Tebax 06, 2020 12:01 Asia/Tehran
  •  Malbata 'Gulistan Aksoy' cenazeye keça xwe ya Rojnameger li Mêrdînê defin kirin

Malbata Rojnameger Gulîstan Aksoy, cenazeyê keça xwe ya li Elmanyayê tedawî dibû û jiyana xwe ji dest da, li Mêrdînê defin kirin.

 Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Rojnameger Gûlistan Aksoy a li Girê Spî yê Kurdistana Sûriyê di sala 2015'an de maşîna DAIŞ’ê pêde teqiya û birîndar bû, demek dirêj e li Elmanyayê tedawî dît. Gulistan Aksoy, çend roj berê li Almanya jiyana xwe ji dest da. Malbata Aksoy, cenazeyê keça xwe wergirt û li Mêrdînê defin kirin. Malbatê piştî vecîbeyên olî, cenazeyê Aksoy li gundê Baqistanê yê girêdahiya navçeya Stewrê ya Mêrdînê bi tevlîbûna malbat û hevalên wê hat  definkirin.

 

 

Serepeyv