Hikmet Serbilind: Tu ciyawaziyek navbera Dawûdoxl û Erdoxên tune / Sozên ku didin her virr û derew in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i318169-hikmet_serbilind_tu_ciyawaziyek_navbera_dawûdoxl_û_erdoxên_tune_sozên_ku_didin_her_virr_û_derew_in
Sekreterê Partiya Îslamî ya Kurdistana Tirkiyê (PÎK) got: Ehmed Dawûdoxlû jî wekî Receb Teyib Erdoxan dixwaze Kurdan bixapîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 30, 2020 13:37 Asia/Tehran
  • Hikmet Serbilind: Tu ciyawaziyek navbera Dawûdoxl û Erdoxên tune / Sozên ku didin her virr û derew in

Sekreterê Partiya Îslamî ya Kurdistana Tirkiyê (PÎK) got: Ehmed Dawûdoxlû jî wekî Receb Teyib Erdoxan dixwaze Kurdan bixapîne.

Li gorî rapor a Kurd Pressê, Hikmet Serbilind, Sekreterê Partiya Îslamî ya Kurdistana Tirkiyê (PÎK) derbarê axaftina vê dawiyê ya Ehmed Dawûdoxlû, Serokê partiya Pêşerojê ya Tirkiyê li bajarê Êlihê (Batman) ku gotibû: "Bi bawera min divê zimanê Kurdî li Tirkiyê bikeve meriyetê, bi vêyekêaştî û aramiya civakî pêk tê.", got: "Ev siyaseteke ji pêş va diyarkirî ye. Tu hêviyek bi ti yek ji siyasetvanên Tirkiyê tune û sozên wan jî virr û derew in."
Hikmet Serbilind got: Dawûdoxlû dema pevçûnên bi navê Xendeqê serokwezîrê Tirkiyê bû û di dema serokwezîrtiya wî da bajarên kurdnişîn di şerekî ssepandî ku artêşa Tirkiyê li dijî gelê Kurd dest pê kiribû, wêran bûn û bi sedan xortên kurdan hatin kuştin. Dawûdoxlû ji sebebkarên van kuştin û wêraniyan e. Ew jî wekî Erdoxên dixwaze kurdan bixapîne.