Tîrmeh 28, 2020 19:21 Asia/Tehran
  •  Li Dersimê berteka ‘îhaleyê’: Dawiya nêçîrvaniyê bela ye jê vegerin

Ji Ocaxa Derwîş Cemal pîr Hasan Hayrî Şanli û ji Ocaxa Celal Abas jî pîr Zeynel Batar, bertek nîşanî îhaleyên ku ji bo sewalên kovî hatine vekirin dan û ev tişt got in: “Dawiya nêçirvaniyê bela ye. Bila nekin, dev jê berdin.”

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Di rojên dawîn de îhaleyên ku ji bo nêçîra sewalên kovî, ji aliyê Wezareta Daristan û Çandiniyê ve tên vekirin, di rojevê de ne. Îhaleya ku di 10’ê Tîrmehê de ji aliyê 15’emîn Miduriyeta Herêmê ya Wezareta Daristan û Çandiniyê ve ji bo nêçîrkirina 17 pezkoviyan hatibû vekirin, li ser bertekên zêde di 12’ê Tîrmehê de hat betalkirin. Dîsa li Eskîşehîrê jî bi heman rengî ji bo nêçîrkirina 18 pezkoviyên sor plana îhaleyekê hatibû kirin. Lê ji ber serlêdana Seroka Komeleya Parastina Sewalan Parêzer Gulçîn Yapici, di 20’ê Tîrmehê de îhaleya ku hatibû plankirin, nehatibû kirin. Ji Ocaxa Derwîş Cemal pîr Hasan Hayrî Şanli û ji Ocaxa Celal Abas jî pîr Zeynel Batar, bertek nîşanî îhaleyên ji bo sewalên kofî dan û xwestin rayedar destê xwe ji xwazeyê vekişînin.  

‘NE LI GORÎ ŞERTÊN ELEWÎTIYÊ NE’ 

Ji Ocaxa Derwîş Cemal pîr Hasan Hayrî Şanli, diyar kir ku nêçirî li dijî baweriya wan e û bi her awayî nêçîrvaniyê red dikin û wiha got: “Dayika min tamiyek ji bo nêçîrvanan digot, ‘nêçîrvan nejîn’. Di baweriya me de nêçîrvanî heram e. Bavê min bi kesên ku diçûn nêçîrê re nediaxivî. Goştê dianîn qebûl nedikirin. Li vir pezkovî û zîndewarên din hin caran tên heta nav gundan û êrîşî kesî nakin.” 

‘DESTÊ XWE NEDIN SEWALÊN ME’ 

Şanli, destnîşan kir ku ew ji bilî Dêrsim li dijî nêçîra ku li bajarên din jî be kirinin û ev tişt anî ziman: “Em li dij in ku pezkovî û zîndewarên din li bajarên din jî bên kuştin. Divê rayedar dûrî xwezayê bikevin. Em ne tenê êrîşî pezkoviyê, êrîşî tu zîndewarî nakin. Em li dijî kesên ku kurmik dikujin jî derdikevin. Tişta ku dewlet dike tenê tunekirine bawerî û çanda me ye. Niha dixwazin li Çewligê vêya bikin. Divê em hemû li dijî nêçîrvaniyê bibin yek. Li Dêrsimê bi ser neketin. Bila destê xwe nedin xweza û sewalên me.”

 ‘NÊÇÎRVAN YEZÎT E’ 

ji Ocaxa Celal Abas pîr Zeynel Batar jî bi lêv kir ku mafê tu kesî tuneye jiyana zîndewarên li cîhanê tune bike û ev tişt got: “Hin mirovên bi tevahî bûne zalim. Dinyayê li ber çavê xwe rast dibînin. Nizanin ku çi çî ye. Em bi dehan car in dibêjin lê me nabihîzin. pezkoviyan weke malekî bêxwedî dibînin. Lê ew ne bêxwedî ne. Em di baweriya elewîtiyê wan pîroz dibînin û weke ewliya û ziyaret dihesibînin. Zivistanê dema berf dibare, êmê wan ji bihuştê tê. Heyf û guheh e çima wan qimêşî wan dikin? Dema ewladê canekî dimire, çiqas canê wî dişewite û êş dikişîne ne wisa? Dawiya nêçîrvaniyê bela ye. Teqez ev bela wê rojek bê. Ya wê bi qezayê bê yan jî wê tiştek bê serê te. Nêçîrvan Yezîtek e. Bila nekin, dev jê berdin.” 

 

 

Serepeyv