Tîrmeh 26, 2020 12:50 Asia/Tehran
  •  Kiliçdaroglu daxwaza azadkirina Demîrtaş kir

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kilicdaroglu ku di 37emîn Kongreya  Asayî ya CHPê de dîsa weke serokê giştî yê wê partiyê hate hilbijartin, careke din  daxwaza serbest berdana hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Dermîrtaş kir.

CHPê li Enqerê 37emîn Kongreya  Asayî ya di bin tedbîrên koronayê de û bêyî beşdariya aligirên xwe encam dide û Kemal Kiliçdaroglu weke Serokê CHPê hat hilbijartin. Di dema kongreyê de Kilicdaroglu gotarek pêşkêş kir u di gotara xwe de  heman demê daxwaza berdewamiya tifaqa millet  kir. 

Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî di vê Kongreyê de got: “Kongreya me ji bo hemû Tirkiyê pîroz be. Ev ne tenê kongre ye herwiha  meşa me ya desthilatê ye jî.”

Di kongreyê de tenê parlementer şaredar û delagasyon û rêveberiyên navendî yên CHPê amade bûn.

Parlementerê CHPê Lewend Gok jî got: “Armanca sereke ya CHPe ew e ku em dixwazin hemwelatiyên xwe bigehînin aramiyê.  Em bê ferq û cudahî bo herkesê kar dikin, ne tenê ji bo kesên dengê xwe dane CHPê, ji bo hemû kesê em daxwaza aştiyê û pêkvejiyanê dikin.”

Ji bajarên Tirkiyê û herêmên kurdî 1300 delegeyên CHPê jî di kongreyê de amade bûn. Seorkê CHPê Kemal Kiliçdarpglu di gotara xwe de daxwaza azadkirina Selahatin Demirtaş kir. Berpirsên CHPê yên  beşdarî kongreyê bûne jî amaje bi çareseriya pirsa Kurdan di çarçoveya detsûrê û di bin banê parlemanê de kirin.

Cîgirê Serokê Fraksîyona CHPê li Parlemana Tirkiyê Ozgur Ozel jî wiha axivî: “Pêwîstî bi tifaqa Tirkiyê heye ku ewrên reş ji ser me belav bibin. Li nav salona kongreyê em CHP xwe weke sosyal demokrat bi nav dikin, lê banga me ne tenê ji bo sosyal demokrata ne, banga me ji bo demokratên misilman û neteweperwer e, banga me bo kurdên demokrat e.”

Cîgirê Serokê CHPê Sezgîn Tanrikulu bak kişand li ser pirsgirêkên Kurdan û got: “Di deh salên borî de jî me karên nimûne kirine, em dibêjin em dikarin pirsa Kurdan li ser esasî hemwelatîbûna wekhev çareser bikin. Em dê pirsa Kurdan ne bi tedbîrên ewlehiyê, bi politikayên azadane çareser bikin.”

Di encama kongereyê de Kemal Kiliçdaroglu bi îmzeya 80 serokên bajaran bû  takekandît û bo cara 6ê jî  weke serokê giştî yê CHPê hate helbijartin. 

Serepeyv