Tîrmeh 26, 2020 01:14 Asia/Tehran
  • Mismarî: Tirkiye li pêş çavên cîhanê şandina çeteyan didomîne

Berdevkê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî ragihand ku dewleta Tirkiyê şanndina çeteyan ber bi Lîbyayê ve li pêş çavên hemû cîhanê, didomîne.

Berdevkê Artêşa Xelîfe Hefter ya bi navê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî li ser hesabê xwe yê tora civakî diyar kir ku Enqere nifşên nû yên çeteyên Sûrî dişîne bajarê Misratayê û hemû bangên navneteweyî yên rawestandina şer paşguh dike.

Her wiha Mismarî dîmenek ji hindirê firokeyeke Şîrketa ‘Ifrîqîye’, ku çeteyên Sûrî vedughêze Misratayê, belav kir.

Berdevkê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî, Tirkiye bi destekdayîna terorê û hewldana dagirkirina Lîbya û samanên wê, tawanbar kir.

Komîteya Cezayan a Navnetewî jî eşkere kir ku Tirkiye heta niha navbera 7-15 hezar çeteyên Sûrî şandine Lîbyayê.

Komîteyê di rapora xwe de da zanîn ku ji ber binpêkirina qedexeya şandina çekan, Lîbya veguheriye bazareke mezin a çekan.

Di heman çarçoveyê de, berpirsê Artêşa Niştimanî Xalid Mehcûb ragihand ku nifşeke çeteyên Sûrî bi cilên polîsan daketin kolanên Terablusa paytext.

Li gorî zanyariyên Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, heta niha nêzî 16 hezar û 500 çeteyên Sûrî çûne Lîbyayê, ji wan nêzî 481 hatine kuştin û 5850 çete jî vegeryane Sûriyê.

Serepeyv