Tîrmeh 25, 2020 21:25 Asia/Tehran
  • Murad Karayliyan:

Fermandarê yekîneyên HPG'ê di axaftinekê da tevî piştevaniya ji gotûnêjên PYD'ê digel ENKS'ê, ev gotûbêj jibo kurdan û tevgerên demokrasîxwazê ên Sûriyê wek rûdaneke girîng da zanîn.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê televîziyona Stêrk TV'yê, Murad Karayliyan, Fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG) û endamê Konseya Serokatiya PKK'ê di axaftinekê da tevî amajeya bi gotûbêja kurdên Sûriyê got: "Li Sûriyê tenê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê ye ku demokrasiyê dike bingeh. Ji ber vê yekê, him jibo gelê Kurd û hin jibo gelên din ên Sûriyê gellekî girîng e. Divê ev pergal were parastin. Loma, her partiyeke siytasî û bi her raman û nêrînekê ku divê pişta vê destkeftê bigire û biparêze. Di vê çarçoveyê da Partiya Yekîtiya Demokratîk a Sûriyê (PYD) û Encumena Niştîmanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) gelek girîng e. Divê ev hewildan bên berfirehkirin. Ev rûdan jibo kurdan û gişt kesên ku daxwaza demokrasiyê dikin, pirr girîng e."

Serepeyv