Tîrmeh 24, 2020 10:48 Asia/Tehran
  •  Komeleya Lêkolînên Kurdî ji bo kesên nebîna kursa kurdî ya online vekir

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji bo kesên nebîna qurseke taybet a hînbûna kurmancî vekir. Bi giştî 28 xwendekar tev li qursê dibin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Bi berbelavbûna pandemiya vîrûsa koronayê re Komeleya Lêkolînên Kurdî (Enstîtuya Kurdî) dest bi dersên online yên zimanê kurdî yên zaravayên kurmancî û kirmanckî kiribû. Piştî ku serlêdan zêde bûn, ji bo kesên nebîna (astengdarên çavan) jî kurseke kurmancî ya taybet hate vekirin. 

28 XWENDEKAR HENE 

Kursa kurmancî ya ji bo kesên nebîna, di 17’ê tîrmehê de bi awayekî online dest pê kir û dê heta 3 mehan berdewam bike. Ji Herêma Kurdistanê, Ewropa û gelek bajarên Tirkiyê 28 xwendekar tev li kursê dibin. Kurs her hefte rojên Înê di navbera saet 20.00-22.00'an de pêk tê. 

XEBATA YEKEMÎN 

Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Eyûb Sûbaşî destnîşan kir ku cara yekemîn e di nava xebatên wan de kurseke wiha pêk tê û wiha got: “Ev ji bo me destpêkek e, lê ji bo siberojê dibe ku bibe sedema xebatên din ên ji bo astengdaran bi  giştî.” 

DÊ XEBAT BERFIREHTIR BIBIN 

Sûbaşî da zanîn ku hewl didin di demên pêş de xebatên xwe yên hînkirina kurdî ji bo kesên nebîna berfirehtir bikin û got: “Em dixwazin materyalên dersê ji bo van dersan amade bikin." Her wiha Subaşî diyar kir ku ji bo standartkirina alfabeya Braille ya ji bo kesên nebîna jî hewldanên wan hene. 

 

 

Serepeyv