Tîrmeh 24, 2020 10:48 Asia/Tehran
  • Di 18 salan de herî kêm 721 rojnameger hatin girtin

Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu, têkildarî 24'ê Tîrmehê Cejna Çapemeniyê rapor aşkere kir û got: "Di 18 salên AKP'ê de herî kêm 721 rojnameger hatin girtin. Piraniya rojnamegeran di serdema OHAL'ê de hatin girtin."

 Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu, têkildarî 24'ê Tîrmehê Cejna Çapemeniyê der barê tundiya li ser rojnamegeran raporek amade kir. Piştî Meşrûtiyeta Duyemîn di 24'ê Tîrmehê de ji ber çapemenî ji kontrola dewletê derket, Her sal vê rojê wekî Roja Cejna Çapemeniyê pîroz dikin. 

'ZEXT Û ZAGON DIDOMIN 

Tanrikulu, di raporê de ani ziman ku piştî hikûmeta AKP'ê, rewşa çapemeniyê ji salên 1908’an ku çapemenî di kontrola dewletê de bû xerabtir bû û wiha got: "Di 18 salên îqtîdara AKP'ê de zextên li ser çapemeniyê zêde bûne. Li aliyekî bi sedan rojnamegerên ku serî ji fermana AKP’ê re danynin ji kar tên avêtin an jî der barê wan de lêpirsînê vedikin, binçav dikin û digirin. Rojnamegerên dixwazin rojnamegeriya rastîn bikin gelek astengiyan derdixin pêşberî wan. Di Endeksa Çapemeniya Cîhanê ya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas a sala 2020'an de Tirkiye di nava 180 welatan de welatê rêya 154'emîn e. 

42 HEZAR TWEET, 12 HEZAR RÛPELÊN YOU TUBE ASTENG KIRIN 

Sezgîn Tanrikulu, daneyên raporê parve kirin û ev agahî dan: * Heta 17'ê Tîrmeha 2020'an, li Tirkiyê herî kêm 93 rojnaemger girtî ne. * Zêdeyî 10 hezar rojnameger ji kar hatin derxistin. Kesên ne hevkarên îqtîdarê ne kartên wan ên zer betal kirin. * Di 6 mehên ewil de herî kêm 19 rojnameger, nivîskar û weşanger hatin cezakirin. Der barê bi dehan rojnamegerî de lêpirsîn hatin vekirin. Herî kêm 16 rojnameger hatin girtin. Herî kêm 52 rojnameger hatin binçavkirin. RTUK, Lijneya Îlana Çapemenyê û BTK'ê herî kêm li 158 saziyên çapemenî û weşanê û malperên înternetê weşana wan rawestandin. Herî kêm 5 rojnameger bi êrîşan re rû bi rû man. Polîs û eskeran gef li rojnamegeran xwar. 

 DI HEZÎRANÊ DE 6 ROJNAMEGER HATIN BINÇAVKIRIN

 Li gorî raporê di meha Hezîranê de 2 rojnameger hatin girtin, 6 rojnameger hatin binçavkirin, 3 rojnameger ceza li wan hat birîn. Cezayê girtîgehê yê 1 rojnamegerî erê kirin. Der barê 5 rojnamegeran de lêpirsîn dan destpêkirin. Li 1 rojnamegerî doz vekirin. Li 2 qanalên televîzyonan pereyên ceza birîn. Herî kêm ragihandina 65 naverokên înternetê asteng kirin. Li 1 rojnameyê 45 rojan cezayê qutkirina îlanê birîn. 

721 ROJNAMEGER HATIN GIRTIN 

Di 18 salên AKP'ê yanî ji sala 2002'an heta 2019'an herî kêm 721 rojnameger hatin girtin. Di sala 2002'an de 17, di sala 2003'an de 15, di 2004'an de dane tune, di 2005'an de dane tune, di 2006'an de 22, di 2007'an de 9, di 2008'an de  23, di 2009'an de 37, di 2010'an de 9, di 2011'an de 36, di 2012'an de 5, di 2013'an de 1, di 2014'an de 2, di 2015'an de 8, di 2016'an de 145, di 2017'an de 206, di 2018'an de 56, di 2019'an de 130

 

 

 

Serepeyv