Tîrmeh 23, 2020 19:46 Asia/Tehran
  • PKK: Li Xakurkê û Gevere 7 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK’ê ragihand ku li Xakurkê operasiyonek li dijî hêzên Tirkiyê lidar xist ku di encamê de 4 leşker hatin kuştin. Li Geverê jî di şer de 3 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK’ê têkildarî vê operasiyonê daxuyaniyek da û tê de ragihand ku hêzên wê 22’yê Tîrmehê saet  08.00’an de li dijî hêzên Tirkiyê di navbera girên Lêlikan û Kevortê ya Xakurkê operasiyonek lidar xist ku di encama wê de 4 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Artêşa Tirkiyê jî piştî vê êrişa PKKê mirî û birîndarên xwe ji qadê derxist û ber bi êvarê ve ji qadê vekişiya.  

PKKê herwiha di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku di 19’ê Tîrmehê de saet 02.00’an de artêşa Tirkiyê li qada Gezrê ya Mergêzerê ya Gevera Colemêrgê operasyoneke da destpêkirin. Di navbera hêzên Tirkiyê û yên PKKê de şerekî giran çêbû. Di van şeran de 3 leşker hatin û gelek leşker jî birîndar bûn. 

PKKê di daxuyaniya xwe de diyar dike ku Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê  di 21’ê Tîrmehê saet di 15.00’an gundên Derik, Mam Egîd û Sêdarê ya Garê bombebaran kirin. Di 22’ê Tîrmehê de jî saet di navbera 04.00- 05.00’an de Gundê Enzê, Gundê Silê, Gundê Beriyan, geliyên Şehîdan û Zergelê yên Herêma Qendîlê, di heman rojê de saet di 16.30’an de jî balefirên şer qada Goşine ya herêma Xakurkê bomberdûman kirin.

Di vî halî de PKKê îdia dike ku di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên wêe nehatiye.

Serepeyv