Tîrmeh 22, 2020 11:02 Asia/Tehran
  • Cotkarên Batmanî dê bi fistiqê dahata xwe zêde bikin

Ji bo ku dahata cotkarên Batmanê zêde bibe hilberîna fistiqê tê teşwîqkirin.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Wezareta Çandinî û Daristanê ya Tirkiyê derbasbûna çandiniya biav pêk anî û ji bo ku asta hilberîna gelê herêmê bê zêdekirin di çarçoveya Projeya bi navê "Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP)" da xebatên çêkirina pergalên avdaniyê didomîne.

Wezaret ji bilî vê ji bo ku gundiyan ji bo hilberîna berhemên alternatîf teşwîq bike bernameyên hîbeyê pêk tîne. Midûriya Çandinî û Daristanê ya Bajêr a Batmanê di vê çarçoveyê da di 10 salên dawîn da bêpere 750 hezar şitlên fistiqê belav kir û her wiha ji bo çandin, aşîkirin û dermankirina fistiqan alîkariyê dike.

Bi saya van piştgiriyan li Batmanê qada fistiqan a ku 10 al berê 5 hezar dekar bû 13 qat zêde bû û derket 65 hezar dekarî, jimara darên fistiqê jî derket milyonek û 250 hezarî.

- "Me 2 hezar û 500 dafikên feromon belav kir"

Midûrê Şaxa Hilberîna Nebatî û Tenduristiya Nebatan ê Midûriya Çandiniyê yê Bajêr ê Batmanê 'Kutbettin Tekîn' daxuyanî da nûçegihanê AA'yê û diyar kir ku bi zêdekirina cureyên tên çandin rasterast û nerasterast dahata cotkaran baş bû û ji bo vê jî li tevahiya bajêr ji bo zêdekirina hilberîna fistiqê proje tetbîq kirin.

Tekîn da zanîn ku ji Enstîtuya Lêkolîna Fistiqan a Gazîentabê jî piştgiriya teknîk hildan û got ku "Em di mijara ax, aşîkirin, tapikandin û dermankirinê da agahiyê didin cotkarên xwe û di her mijarê da alîkariya wan dikin. Bi qebûlkirina projeya ku me pêşkêşî Serokatiya Îdareya Pêşketina Herêma GAPê ra me dijî bizûzê çiqlan 2 hezar û 500 dafikên 'feromon' li hilberînerên fistiqan belav kir."

- Ekîba teknîk li sehayê piştgiriyê dide

Faruk Erenê ku li Taxa Bînatliyê hilberînerê fistiqan e jî got ku li baxçeya wî yê 40 donimî ji hezarî zêdetir darên fistiqê hene.

Eren got bi saya piştgiriya teknîkî ya ku hildidin çêtir dikarin hilberîna fistiqan bikin û got ku "Midûriya me ya Çandinî û Daristanê ya Batmanê di her mijarê da piştgiriyê didin me. Endezyarên peywirdar hem ji sehayê hem jî ji ser bernameya Whatsappê alîkariya me dikin."

 

 

 

 

Serepeyv