Çêkirina yekem karistana berhemanîna erebeya neteweyî ya Tirkiyê destpê bû
Tîrmeh 19, 2020 10:55 Asia/Tehran
Roja bihurî çêkirina yekem karistana berhemanîna erebeya neteweyî ya Tirkiyê destpê bû.
Li gorî rapora Tasnim Newsê ji zarê AA'yê, Receb Teyib Erdogan Serokomarê Tirkiyê êvara Şemiyê di axaftinekê da li merasima destpêbûna çêkirina karistana berhemanîna erebeya neteweyî li şaristana Gîmlîkê ya parêzgeha Borsayê got: Karistana berhemanîna vê erebeya neteweyî dê di 18 mehên bê da amade be.
Sala bihurî yekem brenda erebeya neteweyî li Tirkiyê hat nimandin ku ji 5 erebeyan pêk dihat.