15ê Tîrmehê (Tirkiye) - Hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 419’an
Tîrmeh 16, 2020 09:29 Asia/Tehran
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê, Fahrettîn Koca da xuyakirin ku roja 15ê Tîrmehê 17 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan û 947 kes jî bi vîrûsê ketin. Bi vî awayî hejmera kesên ji ber şewba vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 419’an û hejmara kesên bi vîrûsê ketin jî bû 215 hezar û 940.
Wezîrê Tendûristiyê Fahrettîn Koca, agahiyên duh yên derbarê şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) aşkere kir.
Wezîr Koca, diyar kir ku roja 15ê Tîrmehê 17 kesan ji ber şewba vîrûsê jiyana xwe ji dest dan û 947 kes bi vîrûsê ketin.
Bi vî awayî hejmera kesên ji ber şewba vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 419’an û hejmara kesên bi vîrûsê ketin jî bû 215 hezar û 940.