Tîrmeh 13, 2020 11:55 Asia/Tehran
  •  Komeleyên Dersîmê: Neçîra pezkoviyan perçeyekî êrîşan e

10 rêxistinên civakî ku di nav de Komeleyên Dersimê jî hene, li dijî destûra nêçîra Pezkoviyan daxuyanî dan û gotin: "Ev yek, perçeyê şer û êrîşên bi pergal ên li dijî Kurd û Elewiyên Dersimê ye."

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD), Komeleya Li Dijî Komkujiya Dersîmê (DSKD), Komeleya Xinis (Xınıs-Der), Komeleya Kormeşiyan (KD), Navenda Çanda Koçgirî (KKM), Înîsiyatifa Kurecîkiyan (KÎ), Înîsiyatifa Karakoçan, ya Swêd, Federasyona Komeleyên Mereşê û Komeleya Piştevanî û Çanda Gumgumê (Varto-Der), têkildarî biryara Wezareta Daristan û Çandiniyê ku destûrê dide nêçîra Pezkoviyên Çiyê yên li Dersimê daxuyanî dan.

Rêxistinên elewiyan û komeleyên Dersimê bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Ev yek,  perçeyê şer û êrîşên bi pergal ên li dijî Kurd û Elewiyên Dersimê ye. Em bang li hemû gelê Dersimê, rêxistinên Elewiyan ên Dersimê dikin ku xwe bi rêxistin bikin. Em bang li Konseya Ewropa, Yekitiya Parastina Xwezaya Navneteweyî, Tevgera Ekolojiyê, Hezkerên Sewalan û parazvanên xwezayê dikin ku erk û berpirsiyarê bidin ser milê xwe."

 

 

 

Serepeyv