Tîrmeh 10, 2020 13:59 Asia/Tehran
  • 2 balafirên leşkerî yên dewleta Tirkiyê gihiştin Lîbyayê

Dewleta Tirkiyê hîn jî biryara Kondeya Ewlehiyê ya NY ya derbarê qedexekirina şandina çekan ji Lîbyayê re binpê dike. Hat ragihandin ku dewleta Tirkiyê 2 balafirên leşkerî yên tijî cebilxane şandine balafirgeha Meîtîqeyê.

Li gorî rojnama El-Eyn, dewleta Tirk roja Çarşemê 2 balafirên tijî cebilxane, şandin paytexta Lîbyayê Terablusê û li balafirgeha Meîtîqeyê hatin valakirin.

Vê rojnamê da zanîn barê cebilxaneyê, paşê ji balafirxanê ber bi rojavayê welêt ve hate veguhestin.

Hate zanîn piştî ku Hêzên Xelîfe Hefter yên bi navê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê êrişî baregeha Wetiye kir û pergalên parastinê yên asmanî yên baregehê rûxandin,  ev cebilxane ji bo parastina vê baregehê hatiye şandin.