Nîsan 21, 2019 17:58 Asia/Tehran
  •  Daxwaza dubare ya Partiya serdest a Tirkiyê bona îbtalkirina hilbijartinên şaredariya Stembolê

Partiya serdest a Dad û Geşepêdanê ya Tirkiyê, cardinê daxwaza îbtalkirina hilbijartinên şaredariya Stembolê ji aliyê konseya bilind a hilbijartinê kir.

 Li gorî rapora malpera TRT ya Tirkiyê, Elî Îhsan Yawûz, alîkarê  serokê partiya Dad û Geşepêdanê ya Tirkiyê roja şemiyê tevî raberkirina daxwazeke nû bo konseya bilind a hilbijartinan got: 14 hezar û 712 kes ku piştî darbeya bê encam a sala 2016an   ji kar hatien derxistinê bi awayekî neqanûnî beşdarê hilbijrtinên şaredariya Stembolê kirine.

 Wî her wiha got: Li hilbijartinên  vê dawiyê yên  belgeyên  têkildarî hejmartina dengan bêyî mohra navendên  hilbijartinê bûye û hin  rûpelên dengan jî wenda bûne.

 Partiya Dad û Geşepêdanê yekim daxwaza bo îbtalkirina hilbijartinên  şaredariya Stembolê 16 Nîsanê raberî konseya bilind a hilbijartinên Tirkiyê kir.

 Li hilbijartinên  vê dawiyê yên şaredariya Stembolê ku nêzîkî 20 rojan berî niha hat lidarxistin,  Ekrem Îmamoglu berbijarê hevalbendiya partiyên dijber bi serketina li hember Bînalî Yildirim serokê berê yê parlemana  Tirkiyê bo posta şaredariya Stembolê hat bijartin.