Sibat 18, 2016 20:48 Asia/Tehran
  • Belgeyên piştgiriya Tirkiyê ji terorîstan li Sûriyê

Artêşa Sûriyê Agahî daye ku wê belgeyên piştgirya Tirkiyê û Erdogan ji grûpên terorîst bide weşandin.

Malpera nûçeyan a Al-Alamê îro nivîsî: Artêşa Sûriyê piştî şerê li dij terorîstan li bakûra Helebê û azadkirina deverên derdora vî bajarî li bakûra Sûriyê gelek belge bi dest xistine ku nîşan didin Tirkiye piştgiriya terorîstan dike.

Artêşa Sûriyê ragihand ku gelek madên xwarekê û dewa û derman li çeper û pêgehên terorîstan bi dest xistine ku li Tirkiyê hatiine berhemanînê.

Hêzên artêşa Sûriyê bi têkbirina hêla berxwedana terorîstan gundê Mesqan azad kirin û gundê Ehres jî ji hebûna terorîstan paqij kirin.

Ji aliyê din ve Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî du gundên Um Hecer û Um Hecer El Hezîm li başûra rojava bajarê El Hewl li derdora Hesekê azad kirin.

Li gor nûçeke din jî karwanê alîkariyan ya NY jî ku xwarek, dewa û derman û vaksen barê wê ji bo 100 hezar kesan ji xelkê bajarên Dêrezor, Fewi, Keferiya, Mezaba, Idleb, Kefer Betna û El Mezemiye bû, derbasî derdora Şamê bû.