Jordaxistina 131 xwefirên ûkraynî
Hezîran 08, 2025 18:10 Asia/Tehran
Wezareta berevaniya Rûsiyê ragihand sîstimên berevaniya hewayî ya vî welatî 131 xwefirên Ûkraynê jorda xistin.
Wezareta berevaniya Rûsiyê ragihandiye artêşa Rûsiyê herwiha binavahiyên berhemanîn û depokirina xwefiran, navenda perwerdehiyê ya opêratorên xwefiran, cebilxane û cihê mayîna demkî ya hêzên çekdar ên Ûkraynê û kirêgirtiyên biyanî di 139 navçeyan da kire hedef. Di daxuyaniya wezareta berevaniya Rûsiyê de hatiye ku Moskowa sekinîna li hember armancên dijminan li ser esmanê vî welatî xistiye destûrkara xwe.