Hezîran 08, 2025 14:50 Asia/Tehran
  • Ji ber avakirina bendavan a Tirkiyê çend gundên kurdtêde zuha bûne

Bi qutbûna ava Bendava Zernekê ya li navçeya Gurpinar a Wanê re, ji ber nebûna avê zevî, bax û pez û dewarên 20 gundan ji nav çûne.

Şêniyên gundên herêmê diyar kirin ku tevî ku salane 400 Lîre serê her hektarê didin Yekîtiya Avdaniyê ya Karasûyê jî, wan ji vê bendavê av negirtiye. Ew dibêjin ku şîrketa xebitandinê di zivistanê de ji bo berhemanîna elektrîkê avê ji bendavê berdide lê di Havînê de, dema ku cotkar pêwîstiya wan bi avê heye, bi hincetên wekî kêmbûna herikîna çem avê nade wan. Tevî vê qeyrana berfireh, hîn ti rayedarek bi awayekî bibandor bersiva van daxwazan nedaye û rayedarên şîrketa xebitandinê jî xwe ji axiftina li ser vê mijarê dûr ragirtine.

Serepeyv