Hezîran 08, 2025 18:50 Asia/Tehran

Duh nûçeya derbeya itilaatî ya wezareta Itilaatê li Rejîma Siyonîst û wergirtina agahiyên efserên payebilind ên Rejîmê û agahiyên teşkîlatên wan ên navokî hat weşandin.

Hucetulislam welmuslimîn Îsmaîl Xetîb, wezîrê Itilaatê bi ragihandina nûçeya bidestxistina gelek agahî, belgeyên stratêjîk û hestyar ji wan pilan û binavahiyên navokî yên Erdên Dagirkirî ji hêla Îranê ve ragihand ku ev belge wê bi vê zûtiyê werin weşandin.

Îsmaîl Xetîb amajeyî vî yekî kir ku belgeyên ku bi dest ketine tenê di warê navokî de nînin û got: Belgeyên tam  û tekûz ên beşa navokî yên Rejîma Siyonîst, belgeyên têkildarî peywendiya vê rejîmê bi Amerîka, Ewrûpa û hin welatên din re û herwiha agahiyên ku wê alîkariya hêza êrişkirina  itilaatî  ya Îranê bikin digirin ber xwe. 

Wezîrê Itilaatê ragihand: Operasyoneke berfireh, giştalî û aloz hate plankirin û ev operasyon bi destpêkirina ketina nav navendê, bidestxistina çavkaniyan û zêdekirina gihîştina li van çavkaniyan pêk hat ku bi vî karî  îro bi kerema Xwedê, me xezîneyek girîng bi dest xist.

Ev nûçeya dengvedaneka berfireh di medyayên navxweyî û biyanî û medyayên Siyonîst de hebû. Anegorî rapora medyayan ketina hêzên itilaata Îranê di nava nijyara siyasî û istixbaratî ya rejîma sexte ya Siyonîst, hêz û şiyana rêxistinên itilaatî yên Îranê nîşan dide.

Wêdedayîna serokê Mossad û hinek din ji efserên payebilind ên itilaatî û leşkerî wê tenê pişkek ji dûhatên derbeya itilatî ya Îranê li Rejîma Siyonîst be. 

Rojnama Maariv ( Moarîv) li malpera xwe peyva Rapora Dilnîgerankir bona ravekirina vê nûçeyê bi kar anî. Weşandina nûçeya derbeya itilaatî - ewlehiyê  ya Îranê li Rejîma Siyonîst wê istûn û bingehên hikûmeta Netaniyahu jî lawaztir bike.

Serepeyv