Gemiya Madlînê meleka rizgarkirinê ya zarokên birçî
Hezîran 08, 2025 18:36 Asia/Tehran
Gemiya Madlîn, hilgira alîkariyên mirovdostane, bêyî ku guh bide pêhişyariyên Rejîma Siyonîst, sefereka mirovdostane lê metirsîdar ber bi avên Zîvala Xezzê ve destpê kiriye ta peyama hevgirtîbûn û hêviyê bigihîne xelkê zilimdîtî yê vê navçeyê.
Ev gemiya ku ji aliyê Komîteya Navneteweyî ya rakirina Dorpêça Zîvala Xezzeyê ve hatiye organîzekirin û di çarçoveya Hevpeymaniya Kompapûra Azadiyê de dixebite, rêwîtiya xwe ya ber bi ZÎvala Xezzeyê ve roja Yekşemê 1`ê Hezîrana 2025`an ji bendergehek li başûrê Îtalyayê destpê kir. Zêdetirî 200 endamên Parlimana Ewropayê hevgirtina xwe bi gemiyê re nîşan dan. Rejîma Siyonîst ragihand ku ew ê destûrê nede gemiya Madlînê bigihîje Xezzeyê û gef xwar ku ger pêwîst be dê zorê bide ser wan.