Nakokiyên di nav Partiya Karkerên Kurdistanê derbarê rêketina bi Tirkiyê re
Çavkaniyên agahdar dibêjin ku mehek piştî ragihandina rêketina di navbera Tirkiye û PKK`ê de ji bo danîna çekan, gelek endamên payebilind ên vê komê li dijî biryarê derketin û di navbera wan de nakokî hene.
Çavkaniyên agahdar ên li Herêma Kurdistana Iraqê gotine ku di navbera endamên payebilind ên PKK`ê de li ser bêçekirina komê nakokîyên cidî hene û ev nakokî piştî kongreya giştî ya partiyê ya di 12`ê Gulanê de zêde bûne
Çavkaniyên agahdar ên li Herêma Kurdistana Iraqê gotine ku hin endamên payebilind ên PKK`ê li ser rêbaza hilweşandina partiyê û jiçekirina wê şik û gumana wan hene . Yek ji van çavkaniyan gotiye: Biryara hilweşandin û bêçekkirina PKK`ê bi lihevkirinê nehatiye girtin û baskeke PKK`ê dijî vê kiryarê ye û wê wekî teslîmbûnê dibîne. Hin baskên PKK`ê jî di vê baweriyê de ne ku ev biryar bi lez hatiye girtin û di berdêla wê de ji hikûmeta Erdogan ti garantî nehatine wergirtin.