Daxwaza Tirkiyê û hevgirtiyên wî bo sekinandina êrişên ûrisan li Sûriyê
Cotmeh 02, 2015 16:39 Asia/Tehran
Tirkiyê û hevgirtiyên xwe xwestin ku êrişên ûrisan li Sûriyê bên sekinandin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Reutersê, Tirkiyê û şirîkên vî welatî li Hevalbendiya Navnetewî Dijî DAIŞ'ê bi serkêşiya Amerîkayê îro ji Ûrsêtê xwestin ku êrişên ser neyarên sûrî bide sekinandin û bera êrişan bide ser DAIŞ'ê.7 welatên endamên Hevalbendiya Navnetewî Dijî DAIŞ'ê ji wan Tirkiye, Erebistan û Amerîkayê li daxûyaniyekê ku li malpera wezareta karên derva ya Tirkiyê hatiye weşandinê, ragihandin ku ev operasyon dibin sedema dijwarbûna şêrr û tenê dibin sedema birêketina fanatîsmê.
Viladimîr Pûtîn serokomarê Ûrsêtê duh êvarê ragihand ku idiaya li bara viya ku di encama operasyonên vî welatî li Sûriyê da sivîl dibin qurbanî, êrişeke istixbaratî û lêzanînan e.
Artêşa Rûsiyê ji çarşema buhurî va piştî wergiritna îznê ji parlemana vî welatî li gorî daxwaza fermî ya dewleta Sûriyê, êrişa ser pêgehên têrorîstan li Sûriyê xasma yên DAIŞ'ê destpê kir.
Hêza hewayî ya Rûsiyê li vê operasyonê nêzî 60 balafirên cengê yên Soxo 24-25 û 34 bi kar tîne.
Amerîka û Ingilîs ji endamên sereke yên bereya dijî Sûriyê ku eva 4 sal in têrorîstên tundrê û kafir xasma yên DAIŞ û Cebhetunusrê perwerde dikin û diraf û sîlehan didin wan û wan dişînin Sûriyê ji bo rûxandina dewleta Bişar Esed, ji ber êrişên hewayî yên Moskowê ser pêgehên têrorîstan dilgiraniya xwe nîşan dane û ev yeka kiryareke bitehluke bi nav kirine.
Ûrsêtê ragihandiye ku êrişên Hevalbendiya Navnetewî ya Dijî DAIŞ'ê ser pêgehên têrorîstên DAIŞ'ê li Sûriyê ku eva salek e destpê bûne ne tenê tu bandorek tunebûne, belkî komên têrorîst karîne li hin deverên li axa Iraq û Sûriyê pêş da herin.