Pêkutiya Erdogan li ser lezandina cihanîna proja danîna boriya Tirans-Anatoliyê
Cotmeh 02, 2015 16:35 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkiyê got: Enqere û Bakû yê pêvajoya cihanîna proja danîna boriya gaza xwezayî ya Tirans-Anatoliyê (TANAP) bilezînin.
Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkiyê îro li hevpeyvîna tev kanala nûçeyan a TRT li ser girîngiya cihanîna projeya boriya gaza sirûştî ya Tirans- Anatoliyê sekinî.Erdogan berî viya gotibû ku Komara Azerbaycanê li cihanîna proja vê boriyê li pêş YE ketiye, li halekî ku Ewropayê li cihanîna projeya danîna boriya gazê ya Nabakoyê pêşketinek tunebûye, Bakûyê bi awayekî serkevtî cihanîna proja danîna boriya gaza sirûştî ya Tirans-Anatoliyê destpê kiriye.
Boriya gaza sirûştî ya Tirans-Anatoliyê biryar e ku bi sermayedanîna 7 milyard dolarî bê danînê û yekemîn beşa wê jî di sala 2018'ê da were birêxistinê.
Gaza sirûştî yê bi riya vê boriyê ji Bakû-Tiflîs-Qersê bo Tirkiyê bê veguhestinê û bi riya Yûnan û Bulgaristanê jî ber bi Ewropayê bê veguhestin.