Cotmeh 02, 2015 13:20 Asia/Tehran
  • Li nêzikî Istanbolê 170 penaxwaz hatin girtin

Hêzên polîsên Tirkiyê bi operasiyonekê 170 penaxwazên biyanî ku dixwestin berê xwe bidin welatên ewropayî girtin.

Li gorî rapora malpera rojnameya Yenî Şefeqa çapa Tirkiyê, ev kesana ku welatiyên Sûriye û Efxanistanê ne di encama lêgerîna sê otobûsan li navçeya Komborgaza nêzikî Istanbolê hatin girtin.
Hêzên polîsên Tirkiyê 9 kesên ku dixwestin van kesan ji riya navçeya Çanakeleyê bişînin Yewnanistanê, bi tawana bi qaçaxî derbaskirina merivan girtin.