Cotmeh 02, 2015 13:17 Asia/Tehran
  • Tu hevkariyeke warê lêzanîna di navbera Tirkiye û Rûsiyê da tune

Wezîrê karên derve yê dewleta demkî ya Tirkiyê ragihand ku welatê wî û Ûrsêt li bara Sûriyê hevkariyê nakin.

Li gorî rapora malpera rojnama Zaman çapa Tirkiyê, Firîdûn Sinirlioglu wezîrê karên derva yê dewleta berwext a Tirkiyê duh êvarê li şarê New Yorkê ragihand ku Enqerê tu hevkariyeke lêzanînan li bara Sûriyê bi Moskowê re tunebûye.
Sinirlioglu her wiha li bara kuştina sivîlan di encama êrişên balafirên cengê yên Ûrsêtê ser pêgehên DAIŞ'ê li Sûriyê de hişyarî da.
Eva li halekî ye ku Viladimîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê duh tevî derewzanîna nûça kuştina sivîlan di encama êrişên balafirên vî welatî li Sûriyê da, pêkutî kir ku sivîlên hanê berî ku balafirên cengê yên Rûsiyê ji pêgehên leşkerî li Sûriyê rabin esmîn, hatine kuştinê.
Endamên Civata Federasyona Ûrsêtê roja çarşemê bi tevayê dengan tevî qebûlkirina daxwaza Bişar Esed, serokomarê Sûriyê ji bo bicihbûna hêzên ûris li vî welatî bi merema sekinîna li hemberî têrorîstan, ev desthilata dan Viladimîr Pûtîn ku fermana bicihkirina hêzên vî welatî li Sûriyê bide.
Balafirên cengê yên Ûrsêtê ji roja çarşemê va êrişên ser pêgehên DAIŞ'ê li Sûriyê destpê kirine.