Oramar: 39 leşkerên Tirk hatin kuştin
Cotmeh 01, 2015 21:45 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê li geliyê Doskî ya ser bi navçeya Oramar ya Colemêrgê ya başûra rojhilata vî welatî li hemberî hêzên PKK operasyonek berfereh lidar xist û di encama şer de 39 leşkerên Tirk hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.
Navenda ragihandina HPG bi daxuyaniyekê ku wêneyek ketiye destê Xendanê têde îdia dike ku duh 30 îlonê artêşa Tirkiyê li herêma Geliyê Doskî derketiye operasyonekê û di encama şerê di navbera hêzên PKK û artêşa Tirkiyê de 39 serbazên Tirk hatine kuştin û zêdetir li 10 serbazan jî birîndar bûne.Her weha li gor daxuyaniyê HPG di wî şerî de hêzekî PKK jî hatiye kuştinê.
Pêştir jî fermandarê biryargeha navendî ya HPG Murad Karayilan ragihandibû ku li çend navçeyên li bin kontrola hêzên PKK'ê, artêşa Tirkiyê nikare derbasî wan navçeyan bibe û ew navçe azad kirî ne.
Ji aliyê din ve li bajarê Şirnexê polîsên Tirkiyê hin tax dorpêç kirin û cih bi cih taxa Yeşîlyurtê dan ber gullan ku di encama gullebaranê de 2 welatiyên sivîl ên Kurd jiyana xwe ji dest dan û
gelek xisar jî li kargeh û malên welatiyên kurd ketin.