Cotmeh 01, 2015 20:16 Asia/Tehran
  • Nûnerê kurd ê parlemana Tirkiyê: Eger PKK çek û sîlahên xwe dayîne dîsa jî dewleta Enqerê hazir nabe mesela kurdan çareser bike

Altan Tan Nûnerê kurd ê parlemana Tirkiyê got: Eger PKK çek û sîlahên xwe dayîne û ji çiyayê Qendîlê derkevin û ji sînorê Xabûrê bikevine nav axa Tirkiyê dîsa jî dewleta Enqerê hazir nabe mesela kurdan çareser bike.

Li gor rapora Kurd Press'ê, Altan Tan Nûnerê kurde parlemana Tirkiyê û endamê partiya Demokratîka Gelan(HDP) bal kişande ser niyeta AKP ku qet naxwaze pirsgirêka kurdên Tirkiyê çareser bike ragihand ku roja îro li welatên cîhanê bizavên heqxwazî hene ku serê axirê aliyên gotûbêjê ji riya dîplomatîk pirsgirêkên xwe çareser dikin lê AKP qet niyetekî wiha bona çareserkirina pirsgirêka kurdan tune û heta eger bê û PKK çek û sîlahên xwe dayîne û xwe teslîmî dewletê bike dîsa jî dewleta AKP siyasetên xwe yên dijî kurdan didomîne.
Altan Tan bal kişande ser viya ku hîn jî dewleta kûr li Tirkiyê di destê eskeran daye û hîn jî destê eskeran ji hikûmeta Tirkiyê nehatiye qutkirin û bizavên kurdî jî li nav Tirkiyê bi tamî siyasî nebûne destnîşan kir; bona gihêştina bi heda normal dem û gav pêwîste lê qet ew dem û gava hezar sal nîne û bi zûtî dê her du alî li nav Tirkiyê dê bigihêjine vê qenaetê ku pêwîste pirsgirêkên heyî ji riya diyalogê çareser bin.
Altan Tan destnîşan kir ku kurdên Tirkiyê hazirin ku pirsgirêkên xwe tev dewleta Enqerê ji riya gotûbêjê çareser bikin lê AKP hertim bi dû mihanan daye.