Girtina tawanbarekî din ê peywendîdar bi êrişa ser xeberhinêrê Tirkiyê re
Cotmeh 01, 2015 18:00 Asia/Tehran
Polîsê TYirkiyê kesek bi tawana êrişa ser xeberhinêrê rojnama Dêylî Hurriyetê girt.
Li gor rapora ajansa Anatoliyê , Li operasiyona berfire ya polîsê Tirkiyê li bajarê Istanbûlê kesê çaran a tawanbar bi êrişa ser xeberhinêrê rojnama Dêylî Hurriyetê û bêjerê telivîzyona CNN Tirk hate girtin.Polîsê Tirkiyê îro pêncşemê ragihand ku ev kesê hatî girtin bona lêkolînê dane ber destê saziya ewlehiya bajarê Istanbûllê û jêpirsîna ji wî hema hîn jî didome.
Li vê barê da Kemal Qilîçdaroglu serokê partiya Cimhûriya XXelq (CHP) li civîna tev nûçegehanan pêş viya ku seredana Firansayê bike ragihand ku pêwîste dewleta Enqerê teybîrên pêwîst ji bo sekinîna li hemberî êrişên ser nûçegehanan berçav bigre.
Kemal Qilîçdaroglu daxwaza girtina tawanbarên êrişa ser vî xeberhinêrî kir.
Li Septambra sala 2015 kesên nenas êrişî ser avahiya rojnama Hurriyetê kirin û li xeberhinêrê vê rojnamê ku neyarê siyasetên Erdogan serokkomarê Tirkiyê bû xistin.
Ji aliyê dinve ji Septambra bihurî herwisa êrişên ser navendên partiya Demokratîka Gelan jî zêdetir bû.