Malpera El-Bewabe: Gelo Amerîkayê kurd firotin?
Îlon 28, 2015 13:45 Asia/Tehran
Malpera nûçan a El-Bewabe ya Misrê ragihand ku piştgiriya hewayî ya Amerîkayê ji hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kêm bûye û nivîsî ku bi dû lihevkirina Waşîngton û Enqerê li ser sûdwergirtina Amerîkayê ji pêgeha hewayî ya Incîrlîkê, hejmara operasyonên hewayî yên dijî DAIŞ'ê li Sûriyê ku wek piştgiriya ji hêzên kurd ên sûrî pêk tên, kêm bûye û daketiye niviyê.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress'ê, rayedarên leşkerî yên Amerîkayê meha buhurî ragihandin ku hevalbendiya bi rêvebiriya Amerîkayê 300 operasyonên hewayî li deverên kurdnişîn ên Sûriyê dijî DAIŞ'ê pêk anîne. Malpera El-Bewabe ya Misrê dinivîse, lê li gorî amara ku rayedarên leşkerî yên Amerîkayê vê dawiyê ragihandin, hejmara êrişên hewayî yên hevalbendiya dijî DAIŞ'ê li dijî hêzên DAIŞ'ê li Sûriyê daketiyê niviyê û di yek meha dawiyê da giheştiye 150 operasyonî.Li gorî nivîsara malpera El-Bewabeyê, yek ji hokarên vê yekê Tirkiye ye. Tirkiyê li warê sûdwergirtina ji pêgeha Incirlîkê çira kes nîşanî Amerîkayê da, lê hevgavê wê hêzên PKK'ê dan ber bombeyan, hêzên ku li şerê dijî DAIŞ'ê li Iraq û Sûriyê alîkarî dane hevgirtiyên Amerîkayê.
Malper nûçan a El-Bewabeya Misrê li dewamê dinivîse, dema ku Amerîkayê bikaranîna pêgeha Incirêîkê destpê kir, rexnekiran gotin ku bidestxistina piştgiriya Tirkiyê ji hevalbendiya dijî DAIŞ'ê bi wateya xiyaneta li kurdan û firotina yek ji hêzên herî kêrhatî li şerê dijî DAIŞ'ê ye. Herçend ku rayedarên amerîkî vê analîzê qebl nakin, lê hejmara êrişên hewayî yên hevalbendiya dijî DAIŞ'ê bi nîşaneya piştgiriya ji hêzên kurd ên sûrî tiştekî din nîşan dide.