Tekîda Tirkiyê ser dewama êrişên vî welatî dijî pêgehên PKK li bakûra Iraqê
Îlon 16, 2015 11:42 Asia/Tehran
Terseyî rexneyên Iraqê ji ber êrişên artêşa Tirkiyê ser bakûra vî welatî , berdevkê wezareta karên derve yê Tirkiyê ragihand ku ev welata pêgehên PKK li bakûra Iraqê dê bombebaran bike.
Li gor rapora ajansa Fars News'ê, Berdevkê wezareta karên derve yê Tirkiyê terseyî rexneyên Bexdayê ragihand ku artêşa Tirkiyê hetanî jinavbirina tam ya pêgehên PKK li bakûra Iraqê, dewamê dide van êrişên xwe.Eva li halekê ye ku Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê êrişên artêşa Tirkiyê ser bakûra vî welatî bi mihana êrişa ser pêgehên PKK şermezar kir.
Berdevkê wezareta karên derve yê Tirkiyê li vê barê de ku gelo Enqerê li bara êrişên ser bakûra Iraqê tev Bexdayê hevahengî pêk aniye yan na, tu bersivek neda.
Eva li halekê ye ku van rojana Tirkiyê ji bilê dewama êrişên xwe yên ser pêgehên PKK li bakûra Iraqê , hema bejayî ketiye nav axa Herêma Kurdistana Iraqê jî.