Tîrmeh 30, 2025 18:01 Asia/Tehran
  • Tsunamiyek siyasî li dora rejîma siyonîst digere

Rojnameya Yediot Aharonot ji xwe mukur hat ku cîgeha navneteweyî ya Rejîma Siyonîst lawaz bûye.

Vê rojnameyê behsa êrîşên dijî siyonîstan li welatên cûrbecûr kir û nivîsand ku tsûnamiya siyasî ya li dijî Rejîma Siyonîst gihîştiye asta xwe ya herî bilind. Malpera Wala ya bi zimanê Îbranî jî ragihand ku bi sedema rewşa mirovî ya bikaresat a li Xezzeyê û tawanên navneteweyî yên li dijî rejîma Siyonîst di vî warî de, daxwazên welatên ewropî ji bo bi fermî naskirina welatê Filistînê zêde bûne. Fransa û Îngilîstanê vê dawiyê ragihandin ku dil hene welatê Filistînê bi fermî nas bikin. Her wiha Holandayê vê dawiyê ragihand ku ew ê destûrê nede wezîrên darayî û ewlehiya navxweyî yên Rejîma Siyonîst bikevin vî welatî.

Serepeyv