Tîrmeh 30, 2025 19:10 Asia/Tehran

Çavkaniyên tendirustiyê li Xezzê basa candayîna hejmareka din ji birsiya ji wan zarokek di vê navçeyî de kirin.

Karesata mirovî li Xezzeyê berdewam dike, ji ber ku dorpêça tam û rêgirtina artêşa Rejîma Siyonîst li ketina xwarin û dermanan bo Xezzeyê bûye sedema hilweşîna sîstema tenduristiya giştî û zêdebûna krîza mirovî. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên dawî de, 7 kes ji ber birçîbûn û kêmbûna xurekê li nexweşxaneyên Xezzeyê mirine ku di nav wan de zarokek jî heye ku ji ber birçîbûneke zêde miriye. Di heman demê de, rêxistinên civaka sivîl li Zîvala Xezzeyê hişyarî dan li ser xirabûna birçîbûn û xelayê li herêmê di demekê de ku berdewamiya bikaranîna siyaseta xapandina civaka navneteweyî bi rêya propagandaya derewîn li ser hatina alîkariyan tê bikaranîn, di heman demê de karesata mirovî li Zîvala Xezzeyê gihîştiye astek bêhempa. Vê rêxistinê ragihand ku ji sê kesan, kesek li Xezzeyê çend rojan bê xwarin derbas dikin. Kanala siyonîst a Kanê her wiha eşkere kir ku Rejîma Siyonîst planeke bêhempa dinirxîne da ku dorpêçeke din a xwarin û dermanan li ser navendên sereke yên xelktêde li Zîvala Xezzeyê bisepînin. Ev plan rê li ber ketina xwarin, av û alîkariyên mirovî bo nav deverên dorpêçkirî digire ber xwe. Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê behsa xirabûna bê mînak a rewşa mirovî li Xezzeyê kir û got ku dorpêça li ser Xezzeyê divê demlidest were rakirin. Hikûmeta Pêkenê bi awayekî vebirr piştgirîya mafê gelê Filistînê yê avakirina dewletek serbixwe dike. Paşayê Merakişê jî ji Serokwezîrê Rejîma Siyonîst xwest ku bi rêya Balafirgeha Bên Goryonê alîkariyên mirovî bo Xezzeyê werin şandin. Mehmûd Meardawî, yek ji serokên tevgera Hemasê jî got: Heta ku siyaseta birçîbûn û qirkirinê li dijî gelê me berdewam bike, her danûstandinek bêwate ye.

Serepeyv