Tîrmeh 30, 2025 17:55 Asia/Tehran
  • Destpêbûna muzakireyan ji bo bidawîanîna hebûna leşkerî ya Tirkiyê li bakûrê Iraqê

Çavkaniyên medyaya Iraqê dibêjin ku hevdîtinên ewlehiyê yên di navbera Bexda û Enqerê de li ser astên bilind, ji wan Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî û Wezaretên Parastin û Îstîxbaratê yên her du welatan, bi armanca gihîştina rêkeftinekê ji bo bidawîanîna hebûna leşkerî ya Tirkiyê li bakurê Iraqê, didomin.

Li gorî zanyariyên berdest, Bexda dixwaze hêzên Tirkiyê heta destpêka sala bê gav bi gav vekişin, di heman demê de Enqerê ji bo vê pêvajoyê heyamek du salî pêşniyar kiriye. Çavkaniyên îstîxbarata Iraqê dibêjin ku Tirkiye hewl dide vekişîna hêzên xwe bi çekdanîna PKK`ê li herêma Şingalê ve girêde ku ev herêm li rojavayê Mûsilê û nêzîkî sînorê Sûriyê ye. Her wiha Enqere pêşeroja peymanê bi têkiliyên hikûmeta Sûriyê bi Mezlûm Ebdî, fermandarê Kurd ê Hêzên Demokratîk ên Sûriyê ve girêdide, şertek ku hikûmeta Iraqê li dijî wê derketiye. Niha, hêzên Tirkiyê di çend binkeyên li ser sê mêhwerên sereke li Beişîqe, Amîdiyê û Zaxoyê bi cih bûne.

Serepeyv