Tîrmeh 30, 2025 20:40 Asia/Tehran

Serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê got: Divê rejîma apartayd a Siyonîst ji ber jînûsayda li Xezzê û cinayetên xwe yên cengê were cezakirin.

Mihemedbaqir Qalîbaf, di şeşemîn Civîna Serokên Meclisên Cîhanê li Civîna Cîhanî ya Jênêvê bi rakirina wêneyên Rayanê dumehî û zarokên Xezzê got: Li hember Nazîsma sedsala 21`ê bisekinin. Eva dirûşmek e ku ez bi rakirina wêneya Rayan ê ezîz, dergûşê şehîd ê îranî û zarokên Xezzê dibêjim. Mihemedbaqir Qalîbaf her wiha di çarçoveya Şeşemîn Konferansa Serokên Parlimanên Cîhanê ya li Jênêvê de bi Serokê Parlimana Tirkiyê, Numan Kûrtûmûş re hevdîtin pêk anî û got: Divê em bizanin ku rejîma siyonîst dev ji welatên Îslamî bernade. Ew dixwazin ji bo yên din bê ewlehîtiyê biafirînin û axa xwe berfireh bikin û hewl didin welatên herêmê, ji wan Sûriyê, parçe bikin. Rejîma siyonîst Naziyên sedsala 21`an in ku cinayetê dikin. Wî got: Divê em yekgirtî û bi hev re bin. Li şert û mercên li Xezzeyê binêrin; ew ne tenê jînûsayd û wêraniyê dikin, lê di heman demê de birçîbûn û tîbûnê jî wekî amûrek şer bikar tînin. Serokê Meclîsa Şêwra Îslamî diyar kir: Di şerê 12 rojî de, Îran bi Amerîka, rejîma Siyonîst û piştgirên wan re mijûl bû. Gel û hêzên çekdar ên Îranê rabûn ser piyan û bi mêrxasî şer kirin. Ev cara yekem bû ku siyonîstan tama tal a pevçûneke leşkerî ya dijwar dîtin. Serokê Meclisa Tirkiyê, Numan Kûrtûlmûş jî di vê civînê de diyar kir: Rejîma siyonîst bi piştgiriya Amerîkayê êrîşkariyê dike. Em piştgiriyê didin Komara Îslamî ya Îranê û li kêleka we ne. Serokê Parlimana Tirkiyê tekezî li ser berfirehkirina asta hevkariya di navbera Îran û Tirkiyê de kir.

Serepeyv