Îlon 16, 2015 10:30 Asia/Tehran
  • 165 kes bi tawana hevkariya tev grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê hatine girtin

Hêzên ewlehiya Tirkiyê herî kêm 165 kes bi tawana hevkariya tev grûpa terorîstî-Siyonîstî ya DAIŞ'ê girtin.

Li gor rapora ajansa Sputnîk ji Enqerê, Îbrahîm Kalîn berdevkê serokkomarê Tirkiyê li Presskonferansa xwe ya duh sêşemê got: Li dewama xebata dijî terorîstan li nav Tirkiyê , hêzên ewlehiyê karîn 165 tawanbarên bi hevkarî û peywendiya bi grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê bigrin.
Kalîn destnîşan kir, Xîncî van kesên ku hatine girtin navê 200 kesan jî tevlî lîsta hevkariya tev grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê ye ku ewna nikarin bêne nav axa Tirkiyê.
Wî got: Wezîfe û pêsparteya xebata dijî terorîstên DAIŞ'ê li nav Sûriyê û Iraqê tenê li ustiyê Tirkiyê nîne û pêwîst e hemû welatên cîhanê hevkariya Tirkiyê bikin û agehdariyên tam li bara welatiyên xwe yên tawanbar bidin Tirkiyê da ku bikare pîşiya wan bigre.
Tirkiye van rojana li rewşek xwe alahilgirê xebata dijî terorîstên DAIŞ'ê dizane û li vî warî de haykûfan dike ku hema hetanî mudehekê berî niha bi eşkera piştgirî û alîkariya terorîstên DAIŞ dikir û terorîstên biyanî hema bi rehetî di nav axa Tirkiyê da hatûçûn dikirin û birîndarên DAIŞ jî li nexweşxanên Tirkiyê derman dibûn û heta hin wêne hatibûn weşandinê ku peywendiya kurê Erdogan bi terorîstên DAIŞ'ê re eyan dikir, niha jî karzan û gelek medyayên cîhanê bawer in Tirkiye ji bo ku xwe ji rexneyên navxweyî û yên derveyî li warê piştgiriya hikûmeta vî welatî ji DAIŞ'ê xilas bike hin karên formalîte û rûwekî li dij DAIŞ'ê cih tîne ku ti bandoreke xwe ya xirab ser vê grûpê tine .
Helbet xîncî Tirkiyê, Erebistan, Qeter, Urdin, Amerîka û Rejîma Siyonîstî jî piştevanê terorîstên DAIŞ in.