Îlon 15, 2015 19:54 Asia/Tehran
  • Hişyariya Wezîrê karên derve yê Almanyayê li ser şer û pevçûnên nav Tirkiyê

Wezîrê karên derve yê Almanyayê li bara şer û pevçûnên nav Tirkiyê hişyarî daye Erdogan.

Li gor rapora Kurdpress`ê,Wezîrêkarên derve yê Almanyayê Frank-Walter li civîna tev rojnamevanan bilî diyarkirina nîgeraniya xwe li hemberî şer û pevçûnên nav Tirkiyê ragihand ku herçend heqê berevaniya dewleta Tirkiyê ji axa xwe heye lê hêvî evaye ku du aliyên şêr bizivirin ser masa gotûbêjê û dest ji şerkirinê berden
Wî bal kişande ser tesîra rodavên nav Tirkiyê ser gelê Alman û destnîşan kir ku li rewşa niha da pêwîste ku AKP xwe ji tundî û tûjiya dijî xelkê biparêze.
Di van du hefteyan dawî de li çendîn bajarên Almanyayê, yên weke Berlîn, Hannover, Mannheim û Essen di xwenîşandanên kurd û tirkan de alozî derketiye û Almanya bi tirs e ku eger aloziya li Tirkiyeyê berfirehtir bibe, li Almanyayê jî aloziya di navebera kurd û tirkan de berfirehtir bibe.