Piraniya gelê Tirkiyê dibêjin rewşa vî welatî dê xirabtir bibe
Îlon 15, 2015 19:54 Asia/Tehran
Li gor rapora anketekê li nav Tirkiyê para pirtire gelê vî welatî bawerin ku rewşa vî welatî dê xirabtir lê bê.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Rûdaw`ê, şeva borî navenda rapirsiyan a bi navê Metropoll, encamên rapirsiya xwe li ser rewşa Tirkiyê û hilbijartinên wî welatî eşkere kir ku xelkê vî welatî ragihandibûn rewşa vî welatî dê xirabtir bibe.Li gorî encamên rapirsiyê ku ji aiyê Serokê Metropollê Ozer Sencar ve hatin eşkerekirin gor pirsên ku ji 2 hezar û 540 welatiyên Tirkiyê hatiye pirskirin wan hêviyek bi baştirbûna rewşa ewlehiya welatê xwe tune.
Ozer Sencar diyar kir ku %22.3 kesan gotine rewşa welêt dê baştir bibe lê %64.9 jî gotine dê xirabtir bibe, her wiha %26.1 gotine rewşa aborî baş e lê %64.6 gotine rewşa aborî xirab e.
Li gorî agahiyên Serokê Metropollê, %39 kesan jî gotine hikûmeta demkî baş e û %47 jî gotine, baş nîne.
Li ser hilbijartinan jî Sencar got, di rapirsiya li ser hilbijartinan de jî, %41.4 dengên xwe dane AKPê, %27.3 dengên xwe dane CHPê, %15.3 dengên xwe dane MHPê û %13.0 jî dengên xwe dane HDPê.
Dengên HDPê di hilbijartinên 7ê Hezîranê de %13.12 bû.
Piştî ku hikûmeta koalîsyonê li Tirkiyê pêk nehat, biryar hat dayîn roja 1ê Mijdara îsal, hilbijartinên pêşwext birê kevin.