Îlon 15, 2015 19:54 Asia/Tehran
  •  PKK îdia kir ku wan 33 eskerên Tirkiyê kuştine

PKK îdia kiriye ku wan îro 33 polîsên Tirkiyê li Şirnexê û li ser rêya Qilêbanê kuştine.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê ajansa Xendan`ê, Navenda Ragihandina HPG`ê, Hêzên parastina gel ser bi PKK li daxuyaniyeke ragihand ku wan êrişî ser navendekî leşkerî yê Tirkiyê li li Şirnexê û li ser rêya Qilêbanê kirin ku li encamê da 33 polîs hatine kuştin.
Li vê daxûyaniya HPG hatiye ku 4 endamên PKK jî li vê operasiyonê hatine kuştin.
HPG`ê diyar kiriye ku di encama vê operasiyonê ew avahiya navenda eskerî ya Tirkiyê kavil bû û du erebên zirxî jî bi temamî îmha bûne.
Li gor rapora Kurdpress`ê heya vê gavê dewleta Tirkiyê ev êrîş û zanyarî piştrast nekirine.