PKK amade ye bi dewleta Tirkiyê ra muzakire bike
Îlon 15, 2015 17:34 Asia/Tehran
Piştî 70 roj şerr û mirina nêzîkî 1300 kesî ji PKK û dewleta Tirkiyê, PKKê ragihand ku amade ye bin çavdêriya navbeynkaran da bi dewletê ra muzakire bike.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya malpera Milliyetê, Mirad Karasû, yek ji rêberên PKKê ji kanala Med Nûçeyê, ya girêdayî PKê li Ewrûpayê, ra ev pirs ragihand.Li gorî vê raporê, Mirad Karasû, endamê Konseya Rêvebir a PKKê li Qendîlê li bakûrê Iraqê got: PKK amade ye bi agirbesê û bi riyeka demokratîk li bin çavdêriya navbeynkaran bi dewleta Tirkiyê ra muzakire bike.
Li gorî Milliyetê, Karsaû diyar nekir ku navbeynkar ji Tirkiyê bin yan navneteweyî.
Televîzyona dewletê duh ragihand ku di şerrê nava PKKê û artêşêda li 69 rojan da 118 hêzên dewletê û hezar û 119 endamên PKKê hatine kuştin.
Televîzyona dewletê wiha domand: Di 69 rojan da bi qasî 2 hezar û 381 kes bi tawana hevkariyê bi PKKê û DAIŞê ra hatine girtin û zîndanî bûne.
Li gorî vê raporê, heya niha 269 erebe û kamiyon û tirr bi destê PKkê hatine şewitandin.
Ew rapor dibêje ku 345 endamên PKKê birîndar bûne û 41 kes jî dîl bûne.
Aloziya Tirkiyê piştî êrişa xwekujiyê ser kurdan li bajarê Surûçê nêzîkî sînorê Sûriyê ku tê da 31 kes mirin û 100 kes jî birîndar bûn, dest pê bû.