Erdogan û Demîrtaş, dewama kêşeyan
Îlon 15, 2015 15:27 Asia/Tehran
Van rojana navê Selahedîn Demîrtaş hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan pirtir ji her rêberekî siyasî yê dinê li nav Tirkiyê tê bihîstin.
Helbet hegerên zav bona vê yekê hene ku navê Demîrtaş van rojana pirtir ji her wextekî din tê bihîstin ku alozbûna rewşa kurdên Tirkiyê, zêdebûna krîza ewlehiyê li navçên kurdtêda yên Tirkiyê, derbasbûna manê û berbenda barajê yan manê û berbenda sedî 10 ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ku partiyeka kurdî ye û ewil partiya kurd e li nav Tirkiyê ku diçe parlemana vî welatî û dijayetiya eşkera ya Demîrtaş tev Receb Teyib Erdogan û rexneyên eşkeraye wî ji siyasetên Erdogan ji wan hegeran in.Ji aliyê din ve, van rojana hemûyan çavên xwe li nav Tirkiyê berdane hilbijartinên yekê Novambrê ku gelo dîsa jî Selahedîn Demîrtaş û partiya wî ya HDP dîsa jî dikare reyî û dengên pêwîst bona çûna nav parlemana Tirkiyê bîne dest.
Serê axirê xelkê Tirkiyê dixwazin bizanibin kanê desthata rikeberiya HDP tev AKP digihêje kî derê.
Helbet ev cure rikeberiyên hanê li nêzikiya birêketina hilbijartina giştî tiştekî normal e lê mesela ku pêwîst e em îşare bikin eva ye ku rikeberiya di navbera AKP û HDP ber bi şer û pevçûnên çekdarî hatiye kişandinê û bi vê qirarê rewşa navçên kurdtêda yên Tirkiyê van rojana aloz bûye.
Vê dûmahîkê Selahedîn Demîrtaş hevserokê HDP ragihandiye ku ji9 aliyê kirêgirtiyên AKP 400 caran êrişî ser navendên partiya Demokratîka Gelan û wan basan bûye ku xelkê ji navçên rojhilata Tirkiyê dibene navçên dine vî welatî.
Wî ragihandiye ku ev êrişên hanê ji aliyê AKP û saziya istixbaratî ya vî welatî organîze bûne .
Selehedîn Demîrtaş herwisa ragihandiye ku dadweriya Diyarbekrê bo wî hukmê zîndanîkirinê biriye.
Helbet ji hemû gotinên Demîrtaş, ew gotinên wî yên ku ji dewleta Enqerê bi tundî rexne kiriye , dengdanekî berfiretir hebûye.Wî bal kişandiye ser diroşmên ku van rojana Erdogan serokkomar , Dawûdoglu serokwezîr û partiya AKP li bara demokrasiyê li nav Tirkiyê didin û ragihand ku hemû pirsgirêkên ku van rojana li nav Tirkiyê çê dibin ji ber nebûna demokrasiyê li nav Tirkiyê çê bûne.
Demîrtaş li van gotinên xwe bilî tawanbarkirina dewleta Enqerê bi îcrakirina siyasetên fanatîk gotiye ku siyasetên ku van rojana dewleta AKP îcra dike Tirkiyê ber bi rewşa nihaye Sûriyê dibe û Tirkiye jî dê wekî Sûriyê aloz bibe loma wî ji AKP xwestiye hîn direng nebûye werin û li ser masa gotûbêjên aşitiyê tev kurdên vî welatî rûnin.
Demîrtaş herwisa ragihandiye ku baskê bajaran yê PKK ku bi KCK nasyare hazire ku bê ser masa gotûbêjê û agirbesê tev dewleta Tirkiyê girê bide.
Demîrtaş gotinên wiha li halekê tîne ziman ku serokên AKP hema Demîrtaş wekî terorîst didin zanînê û Erdogan hema ji wî rexne dike ku ew bi zimanê terorîstan diaxive.
Her li vê barê da Dawûdoglu serokwezîrê berwexte Tirkiyê jî vê şerê çekdarî tev PKK şerê tev terorîstan dizane û ji xebata dijî pîlanan li nav vî welatî diaxive.
Eger mirov berê xwe bide gotinên her du aliyên vê devojeniyê yanî berê xwe bide gotinên serokên dewleta Enqerê û serokên HDP bibaçî tê digihêje ku hêtimala rûniştina du aliyan li ser masa gotûbêjên aşitiyê îmkana xwe tune.
Her ev mesela bûye sebeb ku carek dinê diroşmên wekî demokrasiyê li nav Tirkiyê rastî pirsgirêkê werin.
Renge dewleta Tirkiyê ragehîne ku sebeba van operasiyonên çekdarî evaye ku PKK agirbesa tev dewleta Enqerê binpê kiriye yan bêje ku kurdên Tirkiyê siyasetên parçekirina vî welatî hene ta ku dewamê bide şer û pevçûnên xwe tev partiya kurdî ya HDP , lê l nav Tirkiyê gelek kes bi şik û guman berê xwe didene van cure îdiayên AKP û para pirtir ya xelkê Tirkiyê bawerin ku Erdogan pê van cure siyasetan dil heye qedretê bîne dest.
Loma wisa diyare ku netîca hilbijartina yekê Novambrê li nav Tirkiyê hemû tiştê dê eşkera bike ku gelo xelk ber bi AKP diçin yan jî ji siyasetên dewleta Enqerê rexne dikin û reyî û dengên xwe didin partiyên neyare dewleta AKP.