Siyasetên kêşeçêker ên dewleta Tirkiyê li herêmê
Îlon 15, 2015 10:36 Asia/Tehran
Kiryarên dewleta Tirkiyê li bara piştgiriya ji komên têrorîstî û çete agirê kêşe û pevçûnan li herêmê gurr kiriye.
Li nivîsara lêkolînî ya îro sêşemiyê 15`ê îlona 2015`an a rojnameya komara Islamî hatiye nivîsîn ku damezirandina kampên perwerdekirina têrorîstan li sînorê Tirkiyê û biçekkrina wan bi çekên herî pêşketî û nûjen ku hinek ji wan li ber destê artêşa Tirkiyê jî ne, ji wan kiryarên qirêj e ku dewleta Tirkiyê pêk aniye û ev welata bûye navenda pêkanîna komplo û bêewlehî û şer û pevçûnan li herêmê.Li nivîsara lêkolînî ya rojnameya Komara islamî hatiye nivîsîn: Serokkomarê tirkiyê,Receb Teyib Erdoxan û Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) li vî welatî hema wisan kiryarên xwe yên xerabkarane lio herêmê didomînin
Li gorî nivîsîna rojnameya Komara Islamî, raya giştî ya misilmannê Tirkiyê ji vê partiya derewbêj û xapîner û rêber û serkirdeyên wê bêhêvî bûne û naxwazin ku welk berê ji AKP`ê piştgiriyê bikin.
Li nivîsîna rojnameya Komara Islamî hatiye nivîsîn ku encamên hilbijartina parlemaniya Tirkiyê nîşana vê yekê ku piraniya xelkê ji dewleta Enqerê nerazî ne.