Raporek li bara Rewşa Cizîrê li dema rewşa awarte ji zarê parlemantera HDP'ê
Îlon 14, 2015 21:13 Asia/Tehran
Xelkê Cizîrê rastî êrişa nişangirên ku di minareyan de bi cih bibûn hat û di encamê de gelek kes bi gulleyên nîşangiran hatin kuştin.
Parlamentera HDPê yê bajarê Mêrdînê Enîse Guneylî di derheqê bûyerên Cizîrê de daxuyanî da Sputnîkê.Guneylî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser bûyerên Cizîrê û got, ‘ dema Cizîr hat dorpêçkirin û çûn û hatin hat qedexekirin ez 5 roja li wir bûm û ez bûme şahide gelek tiştan. Li Cizîrê tenê qedexeya derketina ji malan tune bû kesên ku serê xwe ji şibakan (pencêran) derdixistin rastî êrişa nîşangiran dihatin. Dewleta Tirkiyeyê 10 rojan agir barand ser Cizîrê, gelek kes nikarîbûn pêwistiyên xwe yên însanî jî bikarbînin, bi kurtayî jiyan li Cizîrê qedexe kir.'
Enîse Guneylî di berdawamiya axaftina got, ‘nîşangir di minareyan de bi cih bibûn û kî ji mala xwe derdiket dibû hedefa wan, jineke zaroka wê di destê wê jî hat kuştin û dema xesûwa wê dit ku here arîkariya wê ew jî kirin hedef û kuştin. Gelek kesên nexweş û birîndar ji bê dermanî û ji tirsa ku dê rastî êrişa nîşangiran bên ji mal derneketin, neçûn nexweşxana û jiyana xwe windakirin. Hikûmeta ku pesnê xwe bi oldarî dide, 10 roja bû asteng ku Cizîrî ferzên xwe yî olî bi cih bînin. Dewletê kilîda hemû mizgeftan stend û nehêşt azan were xwendin, nimêja înê hat qedexekirin û nehiştin tu kes here nimêja înê bike.'
Guneylî di dawiya axaftina xwe got, ‘ne tenê gel zirar û ziyan dît kargeh, wesayît û mal jî rastî êrişê hatin. Hêzên dewletê ferqî û cudayî nexistin nava zarok, jin,pîr, kalan. Lê digel vê zilm û zoriyê jî gelê Cizîrê bi baweriyek xurt berxweda. Gelê Cizîrê jî dizane ev abluka û êriş encama hilbijartinên 7ê Hezîranê ye. Ne tenê li Cizîrê li seranserê Tirkiyê êrişî baregehên HDPê dikin, piştî vê bûyera Cizîrê û van cihên din em dê çawa wan ji bo aştiyê qanih bikin.'