Daxuyaniya wezareta karên hundir a Tirkiyê li bara dînkirina ewlehiya li Cizîrê
Îlon 14, 2015 16:32 Asia/Tehran
Wezareta karên hundir a Tirkiyê ragihand: Hevdem ligel pêkanîna qanûnên qedexeya hatûçûnê li bajarê Cizîrê, hewcedariyên bingehîn û esasî yên bajêr hatine dabînkirin.
Li gorî rapora malpera Axar Azê ji zarê medyayên Tirkiyê, wezareta karên hundir a Tirkiyê îro ango duşemiyê 14`ê îlona 2015`an ev daxuyaniya piştî wê yekê da ku qanûnên qedexeya hatûçûnê li bajarê Cizîrê bi qasî 7 rojên din hat dirêjkirin.Li vê daxuyaniyê hatiye ragiahndin ku di van rojan da hewcedariyên bingehîn ên welatiyên Cizîrê hatine dabînkirin.
Gelê Cizîrê ku ji ber qedexeya tund a hikûmetê li ser wan bi qasî heşt rojan nedikarîn derkevin kolanan, roja şemiyê 12`ê îlona 2015`an û li pey rakirina rewşa awarte li vî bajarî, berê xwe dan dokanan.
tevî vê yekê careke din qanûnên qedexeya hatûçûnê û derketina kolanan ji aliyê hikûmetê va li vî bajarî hat dirêjkirin.
Ev daxuyaniya wezareta karên hundir a Tirkiyê li rewşekê tê weşandinê ku polîsê Tirk bajarê Cizîrê dorpêç kirine û kes nikare derkeve kolanan da ku hewcetiyên xwe dabîn bikin.