Demîrtaş ji PKK xwest guh bide ser daxwaza gel ya ji bo aşitiyê
Îlon 14, 2015 16:10 Asia/Tehran
Hevserokê Partiya Demokratîka Gel (HDP) ya Tirkiyê ji rayedarên derecebilind yên PKK xwest ku agirbesê qebûl bikin û muzakireyên aştiyê bidin despê kirin.
Li gor ragihandina ISNA, Hevserokê Partiya Demokratîka Gel, Selahedîn Demîrtaş duh li axivtina xwe di nav nûçegihanan li taxa Sûr a Amedê got: Daxwaza damezirandina agirbesê daxwaza gişt grûpên civaka Tirkiyê ye .Demîrtaş her wiha anî ziman ku divê muzakireyên aşitiyê jinû ve despê bikin û got: Ewên ku wezîfedarê muzakireyên aşitiyê ne divê bi hev re rûnin û muzakireyê despê bikin.
Eva zêde ji du salan bû ku di navbera PKK û hikûmetê agirbs hatibû damezrandin û gotûbêjên çareserî û aşitiyê di navbera wan despê bubûn, lê li meha Tebaxê artêşa Tirkiyê bi êrişa hewayî ser pêgeh û çeperên PKK li bakûra Iraqê ev agirbesa îbtal kirin û ji wê demê heya niha di navbera du aliyan şer û pevçûnên giran berdewam dikin û heya niha bi sedan kes ji her dualiyan û ji xelkê sivîl yê kurd li van şerên dawiyê hatine kuştin an birîndar bûne .