Derbeya din a ji Qessam li artêşa terorê
Tabûrên Îzedîn El-Qessam, baskê leşkerî yê Hamasê, îro derbarê pêkanîna operasyona nîşangirên van tabûran li dijî du leşkerên siyonîst li Xezzeyê agahî da.
Tabûrên Îzedîn El-Qesam bi daxûyaniyekê ragehand ku ku piştî vegera ji eniyên şer, şervanên van tabûran li nêzîkî Dibistana El-Nasire li Kolana Bexdayê li taxa Şuca'iye ya Xezzeyê rasterast du leşkerên siyonîst bi tifinga nîşangir dan ber êrişan. Qessam her wiha ragihand ku wan bi topên hawanê cihê kombûna leşkerên siyonîst û alavên wan ên cengê li rojhilatê herêma El-Qerare,li rojhilatê Xan Yûnis li başûrê Xezzeyê dane ber êrişan.
Qassam ragihand ku sê bombe di yek ji wesayîtên artêşa Rejîma Siyonîst de li başûrê herêma El-Betn El-Semîn li başûrê Xan Yûnisê teqandin ku di encamê de hejmarek ji leşkerên Îsraîlê hatine kuştin an birîndar bûn.