31 hevpeymanî û 39 partiyan ji bo beşdarbûna di hilbijartinên parlemana Iraqê navê xwe tomar kirine
Cumana Xelay, Berdevka Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê, ragihand ku 31 hevpeymanî û 39 partîyên siyasî ji bo hilbijartinên pêşber navê xwe tomar kirine.
Cumane Xelay, berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, got: Helbet nirxandina dawî ya lîsteya berbijaran hîn jî berdewam dike û dê di demek nêzîk de bi dawî bibe her wiha nêzîkî 40 berbijar ji ber ku şert û mercan pêk neanîne, lîsteya wan hatiye guhertin.
Wî her wiha got: Heta niha, 31 hevpeymanî û 39 partiyên siyasî ji bo beşdarbûna di hilbijartinan de navê xwe qeyd kirine û di (9ê Tebaxa 2025an) de, ji bo diyarkirina hejmara lîsteyê û namzedan dê pişt were avêtin û piştî temamkirina nirxandina lîsteya berbijaran komîsyon dê dema fermî ya destpêkirina propagendeya hilbijartinan ragihîne.