Gurrbûan qeyranê li Sûriyê û fikarên Kurdên vî welatî
Kurdên Sûriyê ji berfirehbûna pevçûnên li Sûriyê û êrişên berdewam ên hikûmeta demkî ya Colanî ser dirûzî û Elewiyan nîgeran in û ser vê bawerê ne ku Colanî dixwaze hema bi vê modelê Sûriyê birêve bibe.
Alûgurên vê dawiyê li Sûriyê ji êrişên hikûmeta demkî ya Colanî ser Elewî û Durzîyan ji aliyekî ve, û her wiha berdewamiya êrişên rejîma Siyonîst ser axa Sûriyê û bêdengiya hikûmeta demkî ya li Şamê, bigire heta hevdîtinên veşartî û eşkere yên rejîma Colanî bi rejîma Siyonîst re, gelê Sûriyê, bi taybetî kurdên vî welatî, nîgeran kiriye û ew bawer in ku Ciolanî piştî êrişên ser Elewî û Durzîyan dê heman modelareftarê bi Kurdan re bigre ber xwe.
Ji destpêka hebûna Colanî li Şamê, ku bi komkujiya Elewiyan li peravên Sûriyê dest pê bû heta îro, ku pevçûnên bi xwîn li parêzgeha Siweydayê li ber qeyraneke nû de ye . Ger çi ev civîn di navbera hikûmeta demkî ya Colanî û kom û eşîrên Durzî, Elewî û Kurd ên li Sûriyê de hatine lidarxistin, û heta welatên wekî Amerîka û Fransa carinan hewl dane navbeynkariyê bikin lê ji aliyekî ve giranbûna qeyrana li nav Sûriyê ji aliyê din ve eşkerekirina civînên hikûmeta Colanî bi rejîma Siyonîst re, û bêdengiya hikûmeta demkî ya Şamê li hember êrişên rejîma Siyonîst ser axa Sûriyê, hemî nîşan didin ku hikûmeta Colanî dixwaze bi heman zihniyeta El Qaîde û DAIŞê xistina tirs û xofê di nav eşîrên Sûriyê de hikûmeta sxwe berdewam bike. .
Helbet di vê navberê de renge Kurd pirtir dilnigiran bibin ji ber ku Kurdên Sûriyê gelek caran dîtine ku Amerîkayê li pişt ve xencer li wan dane û wisa xuya dike ku gotinên şandiyê hikûmeta Amerîkayê ji bo Sûriyê, ku eşkere bang li Kurdan kir ku çekên xwe daynên û bi awayekî teslîmî hikûmeta demkî ya Colaniyê bibin, nîşan didin ku pevçûnek di navbera Kurdan û hikûmeta demkî ya Colaniyê nêzîk e, bi taybet jî ji ber ku daxwaza Tirkiyê ji Colanî ew e ku Kurdan ji parek di sîstema rêveberiya Sûriyê de bêpar bike.
Helbet HSD bi hesasiyeteke zêde pêşketinên li Siwêdayê dişopîne û işkesta muzakirên tevlîkirina HSD nav artêşa nû ya Sûriyê digel giranbûna pevçûnan li Siwêdayê, zengilên xeterê li bakur-rojhilatê Sûriyê zêde kiriye. Kurdên Sûriyê hişyarî didin ku dibe ku heman stratejiya tehrîkkirina nakokiyên etnîkî ya ji hêla Colanî ve di demek nêzîk de li deverên Kurdnişîn ên Sûriyê jî dubare bibe. Ji ber vê yekê, Kurdên Sûriyê hewl didin ku bi rêya ragihandina vê yekê ku ew li dijî her cudaxwaziyekê li axa Sûriyê ne û hewil didin bi zimanê dîplomatîk, rê li ber zêdebûna qeyranê li deverên Kurdnişîn ên Sûriyê bigirin.