Îlon 14, 2015 15:51 Asia/Tehran
  • Polîsê Tirkiyê xelkê beşdar li xwenîşandana Stenbulê dan ber gullan

Hêzên Polîsê Tirkiyê li Stenbulê ji bo ji hev bela kirina xwnîşaderên Stenbulê ber bi wan gullên plastîkî û gaza îsotê û yên hêstirêj avêtin û bi makînên avpej av ser wan da reşandin.

Li gor ragihandina Press TV, Xelkê Stenbulê duh li çarsiya Serxwebûnê (Îstiklalê) ya Stenbulê lo dij hikûmeta Enqerê xwenîşandan bi rê xistin û bi avêtina sloganên li dij hikûmetê daxwaza damezirandina agirbesê û aşitiyê li Tirkiyê kirin, li vî rewşê de polîs pêşşî li wan girt û bi avêtina gullên plastîkî û gaza îsotê û yên hêstirêj ber bi wan hewl dan wan ji hev bela bikin.

Li vê navberê de sê polîsên tirk jî di encama du êrişên cuda ji hev li derveyî bajarê Şirnexê û nehiya Sîlwan a Amedê bi destê hêzên PKK hatin kuştin. Ji aliyê din ve jêderên hikûmetê ragihandine ku di encama gullebarankirina çiyake derdora Şirnexê şeş endamên PKK hatine kuştin.

Ji aliyê din ve rayedarên hikûmetê dîsa li bajarê Cizîrê û du taxên Amedê rewşa awarte ragihandin.

Eva zêde ji du salan bû ku di navbera PKK û hikûmetê agirbs hatibû damezrandin û gotûbêjên çareserî û aşitiyê di navbera wan despê bubûn, lê li meha Tebaxê artêşa Tirkiyê bi êrişa hewayî ser pêgeh û çeperên PKK li bakûra Iraqê ev agirbesa îbtal kirin û ji wê demê heya niha di navbera du aliyan şer û pevçûnên giran berdewam dikin û heya niha bi sedan kes ji her dualiyan û ji xelkê sivîl yê kurd li van şerên dawiyê hatine kuştin an birîndar bûne .