Îlon 14, 2015 11:12 Asia/Tehran
  • Polîsê Tirkiyê û girtina sê rojnamevanên Beljîkî

Polîsê Tirkiyê sê rojnamevanên beljîkî li parzêgeha Şanlî Ûrfayê li başûrê rojhilata welatê hanê girt û piştî jêpirsiyê ew azad kirin.

Li gorî rapora îro ya Anadol newsê rayedarên ewlehiyê yên Tirkiyê ku nexwestin navên wan were eşkere kirinê ragihandin ku rojnamevanên hanê bona amadekirina raporekê ser bajarê kurdnişîn a Kobanê nêzîkî sînorê Sûriyê û Tirkiyê dil hebûn derbasî nav axa Sûriyê bibin.
Grûpa terorîstî û tekfîrî ya DAIŞ`ê nîveka Îlona 2014`an êriş kir ser bajarê Kobanê û ev bajara bûye meydana şer û pevçûnên navbera grûpên kurdî û terorîstên DAIŞ`ê.