Davûdoglu: Ti newekheviyek di navbera terorîstan tine
Îlon 14, 2015 10:16 Asia/Tehran
Serokwezîrê Tirkiyê got: Ev welata ti newekhevî û tefutekê di navbera kiryarên terorîstî yên grûpên wek PKK û DAIŞ'ê nabîne.
Press TV ragihand ku serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Davûdoglu duh li civîna çapemeniyê ya li Stenbulê de got: Em ti newekhevî û tefutekê di navbera kiryarên terorîstî yên grûpên wek PKK û DAIŞ'ê nabînin û kiryarên van du grûpan wekî hev e.Wî her wiha ji hevgirtiyên Tirkiyê rexne kir ji ber ku ew di navbera grûpên wek DAIŞ û PKK ferq û newekheviyê dibînin ûdesnîşan kir ku evbawera wan me aciz dike.
Davûdoglu îdia kir ku ti newekhevî û tefuteke çandî, olî û heta neteweyî di navbera hewldanên terorîstî tine û Tirkiye van gişkan wek hev dibîne.
Serokwezîrê tirk bal kişande ser vê yekê ku di encama êrişên grûpên terorîstî yên vê dawiyê li Tirkiyê herî kêm 113 hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê û 58 kes ji xelkê sivî jiyana xwe ji dest dane, vêca Enqere li ber terorîzm û terorîstan bi cidî disekine û li vê rêkê de hewcedarê piştgiriyê ye.
Serokwezîrê Tirkiyê her wiha got ku kiryarên terorîstî bi tenê ji Tirkiyê re taluke nînin belkî eva gefeke mezin e ji bo Ewropa û NATO'yê.
Davûdoglu li rewşekê van gotinan tîne ziman ku hikûmeta wî ser fermana Erdogan agirbesa du salî ya navbera vî welatî û PKK bin pê kir û êrişên xwe li dij pêgeh û çeperên vê grûpê li bakûra Iraqê dîsa dan despê kirin, piştî vê yekê PKK êrişên xwe li dij hêzên ewlekarî û artêşa Tirkiyê despê kirin. Piştî despêbûna van şer û pevçûnan hikûmeta Tirkiyê li gelek bajar û deverên kurdan rewşa awarte ragihand û li dij xelkê sivîl ji sîlahên giran yên wek top û tankan îstifade kir.
Davûdoglu li rewşekê grûpa DAIŞê wek grûpeke terorîstî tîne ser zarê xwe ku hikûmeta wî piştgir û alîkareke sereke ya vê grûpa terorîstî ye û terorîstên DAIŞ'ê bi alîkariya hikûmeta Enqerê û Amerîka û hin welatên din ên navçê yên wek Erebistan û Qeterê, cinayyetên xwe li navçê de bi taybetî li Iraq û Sûriyê berdewam dikin.